Li Îranê hilweşîna perwerdê: Bandora polîtîkayên hikûmetê, şer û xizaniyê

Xizanî, şer û polîtîkayên desthilatê, pergala perwerdê ya Îranê aniye ber yek ji krîzên herî kûr ên dîrokê. Ev krîz ne tenê bi terka dibistanê û newekheviya di perwerdê de sînordar e; bandorê li pêşeroja bi milyonan xwendekaran jî dike.

SARÊ PÛRXIZRÎ

Kirmanşan – Li welatên pêşketî, yek ji qadên bingehîn ên herî girîng, pergala perwerdê ye. Li van welatan, dewlet û rêxistinên civaka sivîl beşek girîng ji çavkaniyên xwe yên darayî, mirovî û zanistî, ji bo başkirina kalîteya perwerdê xerc dikin. Ji ber bawer dikin ku veberhênana di perwerdê de rasterast bi mezinbûna aborî, pêşketina civakî û baştirkirina kalîteya jiyanê ya welatiyan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, biryarên di derbarê perwerdê de bi baldariyek mezin tên girtin; her guhertin an reform bi gelemperî piştî nirxandinên pisporan, lêkolînên demdirêj û şêwirmendiyên berfireh tên pêkanîn.

Lê belê, li Îranê rewşa sîstema perwerdê ber bi aliyekî din ve çûye. Beşek girîng ji pirsgirêk û qelsiyên heyî ne tenê ji kêmbûna çavkaniyan an jî rêveberiya xelet, di heman demê de ji polîtîkayên bi zanebûn û pergalên ku bi salan e li ser vê qadê têne ferzkirin jî derdikevin. Bi gelemperî ji ber ev biryarên ku bi armancên siyasî û îdeolojîk tên girtin, perwerde ji rêyeke pêşdeçûnê dûr xistine û veguherandine amûrekê ku ji bo hilberandina ji nû ya pergala desthilatdariyê xizmetê dike. Di encamê de, qalîteya perwerdê û serxwebûna saziyên zanistî bi awayek cidî zirar dîtine.

Li Îranê perwerde hatiye paşguhkirin

Di salên dawî de, li Îranê perwerde bi piranî hatiye paşguhkirin. Rêjeyên terka dibistana navîn, zêdebûna hejmara zarokên ji perwerdê bêpar mane, kêmbûna mamosteyan û dibistanên nebaş, nîşan didin ku pergala perwerdê di krîzek kûr û kronîk de ye. Lê belê, di mehên dawî de bi destpêkirina şer re, ev krîz bêtir xuya bûye û pergala perwerdeyê li gelek herêman bi rastî jî hatiye xala sekinandinê.

Li gorî daneyên ku ji aliyê saziyên girêdayî hikûmetê ve hatine weşandin, li Kirmaşanê nêzî sê hezar xwendekar ji perwerdê bêpar mane. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku hejmara rast nêzî çar hezar e. Ev hejmar ne tenê yên mehên dawî ne, di heman demê de xwendekarên ku berê ji ber sedemên cûda ji pergala perwerdê hatine dûrxistin jî digre nava xwe. Her wiha ev hejmar nîşan didin ku krîzek cidî ku di van demên dawî de ji ber bandorên şer kûrtir bûye heye.

Di vê pêvajoyê de, gelek ders bi rêya sepana perwerda onlîne a ‘Şad’ a Îranê hatin dayîn. Lê belê, qutbûna înternetê û pirsgirêkên girêdanê, ji bo gihana xwendekaran a perwerdeyê bû asteng. Weke din, bilindbûna ji nişka ve ya bihayên telefonên desta û cîhazên jîr barê malbatan giran kiriye û ji bo gelek kesan ne gengaz bû ku amûrên teknolojîk ên pêwîst ji bo zarokên xwe peyda bikin da ku perwerdeya xwe bidomînin. Ji ber xizaniyê, hin malbat neçar man ku zarokên xwe ji dibistanê derxînin û ev xwendekar neçar man ku bikevin nav hêza kar.

Xwendekar rastî zextan tên

Zextên li ser xwendekaran bi vê yekê sînordar nînin. Di hefteyên dawî de, polîtîkayên di derbarê ezmûna zanîngehê de têne sepandin, bûne sedema cudakariya eşkere ku bandorek neyînî li ser pêşeroja akademîk a gelek xwendekaran dike. Ji ber vê sedemê, gelek xwendekar û endamên zanîngehê li Kirmaşan, Bîrcend, Tehran û bajarên din xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin û dirûşmên wek ‘Netirsin, netirsin, em hemû bi hev re ne’ qîr kirin.

Ji ber vê, tiştê ku îro di qada perwerdeyê de diqewime ne tenê astengiyek demkî ye, nîşaneya kûrbûna newekheviyên di perwerdeyê de û bêparkirina bêtir a zarok û ciwanan ji mafê wan ê bingehîn ê perwerdeyê ye. Tê gotin ku li pişt vê rewşê polîtîkayên siyasî yên heyî hene.

Ferqa mezin a di perwerdê de: Xala ku kalîte dibe îmtiyazeke çînî

Aktivîsta qada mafên zarokan Semîra G. diyar kir ku kêmbûna cidî ya kalîteya perwerdê li dibistanên dewletê bûye sedem ku gelek malbat bi hêviya perwerdeyek baştir zarokên xwe bişînin dibistanên taybet û got: “Ji ber lêçûna xwendinê ya bi milyonan Tumen a zêde, tenê malbatên zengîn dikarin zarokên xwe bişînin. Ji ber vê, xwendekarên ji malbatên feqîr, neçar in ku di dibistanên dewletê yên bi kalîteya kêm a perwerdê de bimînin. Standardên perwerdê li gelek dibistanên dewletê pir nizm in. Mînak, zêdetirî 30 xwendekar di polek tenê 12 metreqere de kom dibin û gelek ders ji aliyê mamosteyên di qada xwe de ne pispor in ve têne dayîn. Ev şert û merc ne tenê kalîteya fêrbûnê kêm dikin, di heman demê de gelek zarokan ji derfetên pêşveçûn û xwe-fêrbûnê bêpar dikin.”

Li aliyê din, bi sepandina bernameya Şad re, pergala perwerdê bêtir girêdayî tebanek dîjîtal û înternetê bûye. Lê belê, ev veguherîn di qadek ku gihîştina înternetê ya aram û wekhev li Îranê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû maye de pêk hat. Di encamê de, xwendekarên ku çavkaniyên dîjîtal, girêdanên înternetê yên têrker, an cîhazên jîr tunebûn, ji pêvajoya perwerda bi bandor hatin dûrxistin.

Semîra G. rewşê bi van gotinan anî ziman: “Perwerda li Îranê di warê kalîteyê de kêmbûnek cidî û bi fikar dijî. Ger ev rewş bidome, dibe ku civak di pêşerojê de rû bi rûyî nifşek xwendekarên ku xwedî dîploma û ji zanînên û jêhatiyên bingehîn bê par bibin.”

Ji polê ber bi amûra zextê ve

Dibistan û pergala perwerdeyê li Îranê ne tenê ji saziyên ku tenê beşdarî pêşeroja welêt dibin derketine, di heman demê de carnan di çavên rayedaran de bûne cihên sembolîk û amûrî. Ev cih dikarin fonksiyona xwe ya sereke winda bikin û dema ku pêwîst be ji bo armancên ne-perwerdeyî bên bikaranîn; li cihê perwerdê bibin qadên ku fikarên siyasî, ewlehî û kontrolê lê pêşeng bin.

Di vê çarçovê de, xwendekar pir caran ne wekî zarokên xwedî mafê perwerde û ewlehiyê, wek civakek ku di hin mercan de dikare bê bikaranîn jî tên dîtin. Aliyê herî xemgîn ê vê nêzîkatiyê ew e ku xwendekar ne wek takekes di pêvajoyek pêşveçûnê de, wek hêmanên ku dikarin di demên krîtîk de bên kontrolkirin, çewsandin an jî wekî ‘mertalên mirovî’ bên bikaranîn, tên dîtin.

Ji bo ev rewşê baştir bê fêmkirin, divê em li bûyerên mehên dawî, bi taybetî yên meha Çileyê de hatin jiyîn, binêrin. Beşek girîng ji kesên ku wê demê derketin kolanan, xwendekar bûn ku dixwestin dengê wan bên bihîstin. Lê belê, tê îdiakirin ku li şûna ku daxwazên wan werin bicîhanîn, tundî û zext li wan tê kirin.

Xwendekarên ku divê bihatana parastin şerpeze bûne

Li gorî nivîsê, fikarên li ser rola xwendekaran di xwepêşandanan de bûn sedema destwerdanên dijwar; hin xwendekaran jiyana xwe ji dest dan, gelek jî rastî gef, zext û zorê hatin. Ya balkêş ew e ku îdiaya piştî xwepêşandanan û destpêkirina şer hin ciwan û xwendekar li xalên kontrolê hatine bicihkirin û bi bandor wek ‘mertalên mirovî’ hatine bikaranîn bû. Bi vî awayî, tê îdîakirin ku xwendekarên ku divê bihatana parastin, rasterast bûne mexdûrên polîtîkayên çewsandinê.

Di vê pêvajoya ku bi vêya ve sînordar nebûyî de, tê îdiakirin ku hin dibistan ji perwerdê hatine bêparkirin û bûne navendên bicihkirina hêzên ewlehiyê. Li gorî şahidên bûyerê yên ji Kirmaşanê, hin girtî pêşî birine van dibistanan û piştre şandine girtîgeh û navendên binçavkirinê.

Ev tablo nîşan dide ka dibistan çawa dikarin ji cihên ewle yên fêrbûn û pêşkeftinê derkevin û di pergala siyasî ya heyî de bibin amûrên kontrol û zordariyê. Li gorî vê, saziyên perwerdê dikarin ji fonksiyonên xwe yên sereke yên hînkirin û pêşketinê werin dûrxistin û bibin cihên vekirî ji bo armancên siyasî û ewlehiyê.

Dibistan wateya xwe, zarok xeyalên xwe winda dikin

Ev hemû pêşketin tabloyek berbiçav ê rewşa dibistan û xwendekaran di çavên rayedaran de nîşan didin. Ji vê nêzîkatiyê, dibistan êdî ne tenê saziyeke perwerdê ye; wekî cihek ku di demên krîzê de dikare ji erka xwe ya sereke were dûrxistin û ji bo armancên siyasî û ewlehiyê were bikaranîn tê dîtin. Ji aliyê din ve, xwendekar ne wekî zarokekî xwedî mafê perwerde, ewlehî û rûmeta mirovan tê dîtin, wekî hêmanek bişkê tê dîtin ku dikare di têkoşînên desthilatdariyê de bê were tepeserkirin, kontrolkirin an jî qurbanîkirin. Li gorî nivîsê, ev rewş yek ji nîşaneyên herî bi êş ên hilweşîna wateya rast a perwerdeyê di nav pergala heyî ya Komara Îslamî ya Îranê ye.

Gotar destnîşan dike ku bêqîmetkirina perwerdê di rejîmên otorîter de pratîkek hevpar e. Ev ji ber perwerdeya serbixwe, ramana rexnegir û pêşxistina hişmendiya civakî wek hêmanên ku dikarin otorîteya van rejîmên weha bixin ber pirsê têne dîtin. Ji ber vê, saziyên perwerdeyê an qels dibin an jî hewl tê dayîn ku ew bibin amûrên ji bo armancên îdeolojîk û ewlehiyê.

Di vê çarçoveyê de, nivîs serdema Kemera Sor a li Kamboçyayê wekî mînak nîşan dide. Di wê serdemê de, perwerda serbixwe, saziyên zanistî û mirovên xwendekar bûn hedef; dibistan û zanîngeh hatin girtin an jî hatin wêrankirin û gelek mamoste, xwendekar û rewşenbîr bi zilm, sirgûn, karê bi darê zorê û darvekirinê re rû bi rû man. Kembera Sor perwerdeya fermî û hilberîna zanînê wekî gefek li ser projeyên xwe yên siyasî didît.

Nivîskar dibêje ku tevî cudahîyên dîrokî û îdeolojîk, carnan di nêzîkatiya Komara Îslamî ya Îranê ya li hember xwendekar û ciwanên zanîngehê de meylên wekhev dikarin werin dîtin. Ev nêzîkatî piranî bi guman, çavdêrî û tepeserkirinê ve tê diyar kirin. Nivîs her wiha tekez dike ku her du ezmûn bi tevahî ne yek in û divê rasterast neyên berawirdkirin.

Zarok di şûna ku herin dibistanê ji bo jiyanê têdikoşin

Tevî vê jî, tê gotin ku ev pêvajo bi bêqîmetkirina mafê perwerdê yê xwendekaran dest pê dike, dikare di demên krîzên siyasî de veguhere zext, dûrxistin û xetereyên ewlehiyê. Dema ku perwerde wek gefek ji mafek bêtir tê dîtin, dibistan bi xwe wateya xwe ya bingehîn winda dike. Di qadek wisa de, xwendekar dev ji kesek fêrbûnê berdide û dibe mijarek ku pêwîst e bê kontrolkirin.

Di encamê de li gorî nivîsê, cudakarî, nebûna derfetan, paşguhkirin, zext û sînordarkirina azadiyan dibin sedema wêrankirina xeyalên zarokan di temenê biçûk de. Zarokên ku divê di ewlehî, aştî û derfetên wekhev de mezin bibin, bi xizanî, tirs û zextê re rû bi rû dimînin û beriya derfeta avakirina paşeroja xwe, dest bi hilgirtina barê newekheviyê dikin.

Tabloya ku wek encamên van şertan derdikeve holê, nifşek ji zarok û ciwanan e ku di nav xizanî û bindestiyê de, li şûna perwerde û jiyana dibistanê biceribînin, ji bo jiyanê têdikoşin. Hin ji wan ji bo parastina mafê xwe yê perwerdeyê beşdarî xwepêşandanan dibin, yên din jî neçar dimînin li cih biçin polan bi çantên xwe yên dibistanê derkevin kolanan da ku debara xwe bikin. Bi vî awayî, mafê perwerdeyê ji bo gelek zarokan dibe armancek zor a bighên.